Îran 7 deriyên navbera xwe û Iraqê bo rêwiyan girt

20 February 2021 20:33 0 dîtin
Îran 7 deriyên navbera xwe û Iraqê bo rêwiyan girt

PeyamaKurd – Dewleta Îranê biryarê da ku 7 deriyên navbera xwe û Iraqê bo çûnûhatina rêwiyan birge. Li gor ragihandina Îranê biryara girtina deriyan bi sedema ku Kovid-19 e mûtasyon bûye û dikare bilez belav bibe, daye.

Berdevkê ajansa fermî ya Îranê IRNA yê ji berdevkê Navenda têkoşîn û rêvebiriya koronayê yê Kirmanşahê Mesud Behramnejad ragihandiye ku li eyaleta wan hêj vîrusa xweguhertî nehatiye dîtin lê bi armanca tedbîrê biryara girtina derî dane. Behramnejad di beyana xwe de weha dibêje:

“Bi sedema tehdîda tenduristiyê guhertoyekî vîrusa Îngîlîz li Iraqê belav bûye û bi wê sedemê ji îro û pê de deriyê li Kermanşahê yê Perwîzxan, Xusrewî, Şûşemî, Sûmar û Şêx Salih heya fermanekî din bo rêwiyan hatine girtin.”

7 deriyên navbera Iraq û Îranê tenê bo rêwiyan hatin girtin. Çûnûhatên bazirganî û transît dewam dikin.