Di navbera Îran-Iraqê de krîza seferên asmanî: Hemû firîn hatin betalkirin

04 October 2020 22:48 0 dîtin
Di navbera Îran-Iraqê de krîza seferên asmanî: Hemû firîn hatin betalkirin

PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Balafirên Sivîl a Îranê Êrec Dehqanî ragihand ku hemû seferên asmanî yên ji Iraqê bo Îranê bo demeke nediyar hatine betalkirin.

Êrec Dehqanî got: "Ji îro 4'ê Cotmehê ve biryar hatiye dayîn ku destûrnameyên firînên hewayî yên Iraqê ji bo demek nediyar bên betalkirin."

Wekî sedema vê biryarê jî binpêkirinên kompaniyanên asmanî hat nîşandan ku diviyabû balafir hemwelatiyên herdu dewletan û xwediyên vîzeyên dîplomatîk siwar bikin, lê ji aliyê Iraqê ve ev hatiye binpêkirin.