Di encama danûstandinên berpirsên Herêma Kurdistan û Îranê de du deriyên nû tên vekirin
PeyamaKurd – Di encama civînên dawî yên di navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û Îranê de, biryar hat dayîn ku du deriyên nû, li sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bên vekirin.
Li gor hat ragihandin, deriyê yekem dikeve zozanên Kêleşîn a devera Bradost a ser bi bajarokê Sîdekan a sînorê îdareya serbixwe ya Soranê, ku vekirina wî derî wê bandorekî rasterast li ser vejandina bazara wî sînorî bike û asankariyê ji bo hatûçûna hemwelatiyan jî çêbike.
Herwiha deriyê duyem jî dikeve sînorê parêzgeha Helebcê ku wek deriyê Milexurd tê zanîn û vê derbarê de jî parêzgerê Helebcê û parêzgerê Sine civîneke çapemeniyê li dar xistin û parêzgerê Helebcê Azad Tofîq diyar kir: “Armanca hatina şandeya Îranê ji bo gotûbêjkirina li ser vekirina deriyê sînorî yê Milexurd ê di navbera Helebce û parêzgeha Sine de ye.”
Herî dawî parêzgerê Sine Îsmaîl Ziraî destnîşan kir: “Helebce li gel me taybet e û tewanê li vê deverê pêkhatiye me jibîr nekiriye.” Herwiha got: “Piştî şandeya teknîkî yên her du aliyan serdana derî kir, em pêşbînî dikin heta meha pêş deriyê sînorê Milexurd amade bibe û hemû tevgerekî bazirganî û aborî wê di wî derî de bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin