Dadgaha Amerîka tohmetên li ser berpirsên Herêma Kurdistanê red kir

03 October 2024 17:31 0 dîtin
Dadgaha Amerîka tohmetên li ser berpirsên Herêma Kurdistanê red kir

PeyamaKurd - Dadwerê Federalî yê Amerîkayê yê Washingtonê doza li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kesûkarên wî û 63 kesayetiyên red kir.

Dadwerê Federalî yê Amerîkayê li Washingtonê Randolph Moss îro 3yê Cotmehê, daxwaz û tawanbariyên li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kesûkarên wî û 63 kesatiyên din hatibûn tomarkirin, ji ber bêbingeh û nerast bûn, bi temamî red kirin.

Hate ragihandin ku ji aliyê kesekî li Almanyayê ji aliyê dadgehê ve sizayê tawankariyê li ser hatiye sepandin ve ew tohmet li ser berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Dadwer Moss, di rûniştina dadgehê de haydarî da ku, eger skalaker li ser çêkirina tometên bêbingeh berdewam bin, hingê dê bi tundtirîn awayî bên sizadan.

Di rûniştinê de, tîma qanûnî ya nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku ev tohmet di demeke amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de têne kirin ku şerekî siyasî ye û xirab bikaranîna dadgehê ji bo meremên siyasî ye.