Seferên balafiran ji Hewlêrê bo Tirkiyê destpêdikin

24 September 2020 21:31 0 dîtin
Seferên balafiran ji Hewlêrê bo Tirkiyê destpêdikin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê, wê seferên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê îşev destpêbikin. Sefera yekem ji aliyê şîrketa Pegasusê de siet di 23.25 deqeyan de wê ji Îstenbolê bo Hewlêrê bêkirin.

Rêvebirê balafirgeha Hewlêrê Ahmed Hoşyar bo çapemeniyê mizgîna sefera navbera Hewlêrê û Îstenbolê da.