Seferên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê ji nû de destpêdikin

20 October 2020 01:09 0 dîtin
Seferên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê ji nû de destpêdikin

PeyamaKurd- Bi sedema pandemiyê seferên balafiran yên navbera Tirkiyê-Herêma Kurdistanê û Tirkiye-Iraqê rawestiyabûn. Lê niha bende ne ku balafira ewilî, sibê ji Tirkiyê here balafirgeha Hewlêrê payîtexta Kurdistanê.

Tê gotin ku wê di hefteyê de, bo Herêma Kurdistanê 4 sefer û bo Iraqê 3 sefer bênkirin. Piştî pandemiyê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de kêm car sefer hatibûn kirin.