Seferên ji Rûsyayê bo Tirkiyê di 22 ê hezîranê de destpêdikin.
PeyamaKurd – Bi sedema pandemiyê seferên ji Rûsyayê bo Tirkiyê heya 21 ê hezîranê hatibûn qedexekirin lê niha rûsya seferên xwe dide destpêkirin.
Rûsya, bi sedema koronavîrus li Tirkiyê zêde bû, seferên xwe ji 15 ê nîsanê heya 21 ê hezîranê dabû rawestandin. Cîgira serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golikova, ji Moskovayê bi rêya videokonferansê civîna çapemeniyê kir û bo seferên bo Tirkiyê destpêbikin, heyeta wan ya ku çûbû Tirkiyê, seredana wan bi dawî bûye. Golikova, weha got:
“Li gor rapora heyeta Rûsyayê li Tirkiyê bi hezir maskeyan didin ber devê xwe, kontrolên pandemiyê bi organîze dikin û alavên hîjyenê û yên weka maske hene. Deqandinên bo Kovid-19 ê yên bo karmendên tûrîzmê bi hezir dewam dikin. Piştî van tesbîtan, me biryarê da ku seferên Rûsyayê bo Tirkiyê destpêbikin.”
Golikova ragihand ku bo 7 welatan sefer destpêdikin ku ew welat Tirkiye, Amerîka, Belçîka, Bûlgaristan, Urdun, Îrlanda û Îtalya ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin