Austin: Ser û pevçûna navbera Amerîka û Çînê ne nêzîk e

02 June 2024 13:38 0 dîtin
Austin: Ser û pevçûna navbera Amerîka û Çînê ne nêzîk e

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Llyod Austin piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Berevaniyê yê Çînê Dong Jun got ku ew kêfê ji axaftina ligel Jun nastîne.

Auistin herwiha diyar kir, şer û pevçûneke ligel Çînê neçariyek e.

Austin, di konferansa ewlehiyê ya hikûmetan ku li Singapurê hate lidarxin de axivî û diyar kir, sohbeta ligel Jun ne bi kêf e, lê girîng e em di axaftinê de berdewam bin.

Herwiha Austin diyar kir, “Li gor min, bi Çînê re şer û pevçûn ne nêzîk e, ne jî neçariyek e.”

Li ser hevdîtinê Pentagonê jî ragihandiye ku hevdîtina 75 deqeyan dewam kiriye bi awayekî profesyonel û zelal bûye.