Peymana F-16a di navbera Amerîka û Urdunê de hat îmzekirin!
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di dema muzakereyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê yên li ser krîza F-16an dewam dikin de, rêveberiya Amerîkayê firotina F-16an a Urdunê pejirand. Li gorî daxuyaniyê, Urdunê di qonaxa yekem de ji bo kirîna 12 balafirên F-16 bi Amerîkayê re peyman îmze kir.
Li gor nûçeya televizyona dewleta Urdunê El-Memleke derbarê firotina F-16an de, Urdunê li paytext Ammanê bi beşdariya Alîkarê Sererkan Orgeneral Abdullah Şedîfat û Fermandarê Hêzên Hewayî Muhammed Fethî Hiyasat û Alîkarê Balyozê Amerîkayê yê li Ammanê Rohît Nepalê merasima îmzeyê li dar xist.
Hat diyarkirin, bi peymana ku di serî de 12 F-16 ji Urdunê re tên firotin, bi armanca xurtkirina kapasîteya parastinê û sekna leşkerî ya Ammanê ye.
Hat destnîşankirin ku armanca peymanê ew e ku hevkariya leşkerî û operasyonên hevpar ên di navbera Amerîka û Urdunê da zêde bikin, têkoşîna li dijî terorê xurt bikin û li herêmê piştgirî bidin îstiqrara.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin