Peymana nû di navbera DYA û Fîlîpînê de hat îmzekirin

19 November 2024 08:30 0 dîtin
Peymana nû di navbera DYA û Fîlîpînê de hat îmzekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera DYA û Fîlîpînê de peymanek ku parvekirin û parastina agahiyên leşkerî yên veşartî radixe ber çavan, hat îmzekirin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fîlîpînê (PNA), Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin serdana wî welatî kir û bi hevtayê xwe yê Fîlîpînî Gilberto Teodoro Jr re li navenda Hêzên Çekdar ên Fîlîpînan (AFP) li Quezon City civiya.

Aliyan "Peymana Ewlehiya Giştî ya Agahiyên Leşkerî" îmze kirin, ku çarçoveya parvekirin û parastina agahiyên leşkerî yên nehênî di navbera her du welatan de destnîşan dike.

Piştî îmzekirina peymanê Teodoro di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Austin di kûrkirina hevkariyên DYA û Fîlîpînê de roleke girîng lîst.

Austin piştgiriya DYAyê ya ji bo Fîlîpînan dûbare kir û ragihand ku ji ber bahoza ku vê dawîyê li welêt xistîye, wê 1 milyon dolar alîkarîya însanî bê kirin.