Rêkanî: Dibe ku îro peymana hinartina petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê were îmzekirin

17 April 2023 11:08 0 dîtin
Rêkanî: Dibe ku îro peymana hinartina petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê were îmzekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Avadankirin û Niştecihbûnê yê Iraqê Bengîn Rêkanî di daxuyaniya xwe ya do de gotibû, dibe ku îro peymana hinartina petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê ji Herêma Kurdistanê were îmzekirin.

Bengîn Rêkanî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêkên teknîkî yên hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê hatine çareserkirin û ti astengiyeke yasayî û teknîkî li pêşiya şandina petrolê tine ye.

Wezîrê Iraqî da zanîn, wê sibê rêkeftineke teknîkî were îmzekirin û derbarê şandina petrolê de jî bi daxwaznameyek derbarê vê mijarê de nameyek ji Tirkiyê re bê şandin.

Bengîn Rêkanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Bexdayê di çar mehên yekem ên îsal de budçeya Herêma Kurdistanê neşandiye û got, Civata Wezîrên Iraqê di civîna roja Sêşemê de wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê binirxîne.