Pentagon: Ti plana me ya vekisîna ji Iraqê nîne

19 January 2020 10:52 0 dîtin
Pentagon: Ti plana me ya vekisîna ji Iraqê nîne

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jonathan Rath Hoffman ragihand ku ti planeke wan bo vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê nîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Jonathan Rath Hoffman ji medya Amerîkî re got, ti planeke Amerîkayê nîne ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku hêzên Amerîkî di çarçoveya rêkeftina giştî ya di navbera Amerîka û Iraqê de bi armanceke baş li wî welatî ne.

Hoffman diyar kir ku mana hêzên Amerîkî li Iraqê di berjewendiyê Iraqê de ye û asayiş û ewlehiya gelê Iraqê zêdetir dikeve garantiyê.

Parlamentoya Iraqê piştî operasyona kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve, 5 Çile bi beşdariya tenê fraksiyonên şîa biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê derxistibû.