Yekîtiya Ewropayê bi Siûdî re peymana hevkariyê îmze kir
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell li payteşta Erebistana Siûdî Riyadê ragihand ku wan bi Siûdî re peymana hevkariyê îmze kiriye.
Josep Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, wan wek Yekîtiya Ewropa li Riyadê ligel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan ji bo pêşvebirina têkiliyên siyasî, aborî, ewlehî û civakî peymana hevkariyê îmze kir.
Borrell, herwiha da zanîn ku wan ligel Siûdî dîyaloga derbarê mafên mirovan de daye destpêkirin û ev yek jî nîşaneyeke erênî ye.
Josep Borrell, di çarçoveya serdana xwe ya welatên Kendavê de, piştî serdanên Qeter û Îmaratê derbasî Erebistana Siûdû bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin