Çîn: Em naxwazin di dorpêçên dijî Rûsyayê de cî bigirin

16 March 2022 22:00 0 dîtin
Çîn: Em naxwazin di dorpêçên dijî Rûsyayê de cî bigirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yî û Wezîrê Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares pêwendiyeke telefonî pêk anîne û mijara şer û krîza Ûkrayna-Rûsyayê gotûbêj kirine.

Li gorî ragihandina medya Çînê, Wang Yî di wê pêwendiyê de gotiye, ew wekî welatê Çînê naxwazin di dorpêçên cezakirina Rûsyayê de cî bigirin.

Herwiha Wang ji Albares re daye zanîn ku ew ne aliyekî krîza navbera Ûkrayna û Rûsyayê ne û naxwazin bandora êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê li ser wan çêbibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, medya Amerîkî ragihandibû ku Moskowê ji Çînê ji bo şerê Ûkraynayê alîkariya aborî û leşkerî xwestiye ku Çînê ew nûçe red kiribû.