Brîtanyayê dorpêçên destpêkê yên ser Rûsyayê eskere kirin...

22 February 2022 18:09 0 dîtin
Brîtanyayê dorpêçên destpêkê yên ser Rûsyayê eskere kirin...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson piştî civîna rewşa awarte ragihand ku Rûsya bi tevgerên xwe serwerîya Ukrayna û hiqûqa navneteweyî binpê dike û got, ew dê demildest paketeke dorpêçan a navnetewî çêkin.

Boris Johnson eşkere kir; ew destpêkê dorpêçan bi ser 5 bankeyên rûsî de û 3 kesayetên rûsî de disepînin û hemû hebûnên wan dicemidînin ku ev qonaxa yekem a cezayan e.

Johnson got: “Tirsa min ew e ku hemî delîl nîşan bidin ku Putin dixwaze bi rastî jî Ukrayna bi awayekî berfireh dagir bike, welatekî serbixwe yê Ewropî talan bike, ewê bêguman bobelateke mezin be.”

Johnson dîyar kir ku cezayên Brîtanya yên pêşî dê dijî berjewendîyên aborî yên Rûsya bin û da zanîn ku ew dê bi dorpêçên nû bersîveke tund bidin û heger dagirkirin çêbe jî ew zêdetir tiştên ew bikin hene.