Îngîltere ji ber Îran dronan dide Rûsyayê dorpêçên nû datîne ser
PeyamaKurd – Îngîltere ji bo Îran ji bo Rûsyayê dronan amade dike û dide Rûsyayê, biryarê da ku dorpêçên nû deyne ser Îranê. Wezareta karên derve ya Îngîltere got ku wê dronan ji bo li Ûkraynayê bixe, dide Rûsyayê û ji ber wê, ji Îranê hinek kes û kargehan xistiye nav lîsta dorpêçan. Wezaret ragihand ku Rûsya di seha enerjî, germkirin û avê de ji bo Kîevê ji wan mehrûm bihêle û hem xelkê sîvîl bixe nav hedefa xwe, ji bo avahiyên bingehîn têkbibe, balafirên bê ajotvan yên Îranê bikartîne û weha dewam kir:
“Îran ji Rûsya re dronan amade dike û bi awayekî aktif şer geş dike. Ji êrîşên hovane yên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê fêde dibîne, destekê dide têkbirina avahiyên bingehîn û Ûkraynayê xerab dike. Rûsya û hem Îran biryarên Neteweyên Yekgirtî îhlal dike.”
Di nav lîsta kesên ku dorpêçan danîne ser wan de, serokerkanê Îranê Tumgeneral Muhammed Baqirî, General Seyid Kureyşi û fermandarê alavên hewayî Tûxgeneral Said Agacani hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin