Medya Amerîkî: Rûsyayê li beramber dronan çek û pere ji Îranê re sandin

10 November 2022 19:26 0 dîtin
Medya Amerîkî: Rûsyayê li beramber dronan çek û pere ji Îranê re sandin

PeyamaKurd – Karvedana şandina dronên Îranê bo şerê Rûsyayê ku li dijî Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve daye destpêkirin, di raya giştî ya Amerîkî de dewam dike.

Hat diyarkirin ku Rûsyayê dronên bi çek ên Îranê li beramberî 140 milyon Euro û hejmarek çekên welatên Rojavayî wergirtine û li hember Ukraynayê bikar anîne.

Li gorî nûçeya Sky Newsê, Rûsyayê ji bo sewqiyata balafirên bêmirov (drone) 140 milyon Euro pereyê neqdî daye Îranê û herwiha çekên ku ji aliyê welatên rojavayî ve hatine hilberandin jî gihandine Îranê.

Çavkaniyên medya Amerîkî diyar kirine ku hin çekên alîkariyên bo Ukraynayê jî ketine destê Rûsyayê û Rûsyayê ew çek bi bedêla peymaneke 200 milyon dolaran a dronan ji Îranê re şandine. Tê gotin ku Îran dê wan çekan ji bo pêşxistina sîstemên xwe yên leşkerî bikar bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê pêşî red kiribû ku wan ji bo şerê Ukraynayê dronên bi çek dane Rûsyayê û piştre jî mikur hatibû û ragihandibû, wan beriya destpêka şer bi çend mehan ew dron dane Rûsyayê.