Medya Amerîkî | Pompeo vekisîna ji peymana ligel Rûsyayê radigihîne
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku dê Amerîka ji peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîn a 1987an (INF) ligel Rûsyayê hatiye îmzekirin vekişe.
Li gor nûçeya medya Amerîkî dê Wezîrê Derve Mike Pompeo îro vekişîna welatê xwe ji peymana INFyê ragihîne.
Ev demeke li ser vekişîna vê peymanê tê Rûsya û Amerîka hevdu tawanbar dikin ku ev peyman bi taybet ji bo ewlekariya Ewropayê xwedî girîngiyeke mezin e.
Pompeo meha Kanûna 2018an li Lutkeya NATO ya Brukselê 60 roj dem dabû Rûsyayê ku li gor peymana INFyê tevbigere û îro 1ê Sibata 2019an jî qewlê ku Amerîkayê daye Rûsyayê bidawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin