Medya Amerîkî: Rêveberiya Biden ji bo guhertina hin wezîran fisar li Sûdanî kir

02 May 2023 21:05 0 dîtin
Medya Amerîkî: Rêveberiya Biden ji bo guhertina hin wezîran fisar li Sûdanî kir

PeyamaKurd – Medya Amerîkî îdia dike ku Koşka Spî fişar li ser Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriya ku hin wezîrên kabîneya xwe biguherîne.

Li gorî nûçeya rojnameya The Cradle, rêveberiya Amerîkayê fişar li ser Sûdanî kir daku di kabîneya xwe de guhertinan bike ku tê çaverêkirin di nav vê mehê de di hikûmeta Sûdanî de guhertin bên kirin.

Hatiye diyarkirin ku hin wezîrên kabîneya Iraqê dibe ku rûbirûyî dorpêçên Amerîkayê bên û Sûdanî hatiye agahdarkirin.

Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin ku hîn nediyar e bê Sûdanî vê daxwaza Amerîkayê bicih tîne yan na.

Hêjayî gotinê ye Sûdanî 25ê Nîsanê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ger dema wê bê ew dê guhertinan di kabîneyê de bikin û hin wezîr û parêzgerên îhmalkarî kirine ji kar dûr bixin.