Medya Amerîka: Rêveberiya Biden xwestiye Zelensky ji Kîevê derkeve
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bo herêmên Donetsk û Luhanskê ku krîza Ûkrayna-Rûsyayê gihîştiye asteke bilind, rêveberê Washingtonê daxwaza derketina ji paytext Kîevê ji Serokê Ûkrayna Volodimîr Zelenskyê kiriye.
Li gorî îdiaya medya Amerîkî rêveberiya Biden ji Zelensky daxwaz kiriye ku ji Kîevê derkeve û amadekariya bicihbûna li bajarê Lvîvê bike.
Çavkaniyên Amerîkî ji kanala NBC re gotine, li ser îhtimala dagirkirina Kîevê ji aliyê Rûsyayê ve, rêveberiya Biden nîqaşê li ser dike ku Zelensky derbasî bajarê duyem ê mezin li Ûkraynayê Lvîvê bibe.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Kîevê ew îdia red kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin