Medya Amerîka: Wê Joe Biden fermandarekî resik bike namzedê wezîrê berevaniyê

08 December 2020 17:52 0 dîtin
Medya Amerîka: Wê Joe Biden fermandarekî resik bike namzedê wezîrê berevaniyê

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, fermandarekî berê yê (Hêzên Navendî yên Amerîkayê) CENTCOMê  ji bo posta Wezîrê Berevaniyê dike namzed ku heger kongreya Amerîka pesend bike dibe kesê yekem ê reşik li dîroka Amerîkayê dibe wezîrê berevaniyê.

Li gorî medya Amerîkî wê serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden roja Înê namzedê posta Wezîrê Berevaniyê eşkere bike û Fermandarê berê yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Lloyd Austin namzed bike.

Lloyd Austin, di dema serokatiya Barack Obama de, Fermandarê CENTCOMê bû û heyamekê jî fermandariya hêzên Amerîkayê dikir li Rojhilata Navîn.

Austin 8ê Tebaxa 1958an li wîlayeta Alabama ji dayîk bûye, 41 salan ximzeta artêşa Amerîkayê kiriye û sala 2016an xanenîşîn bûye.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî ji bo ku Austin bikare bibe Wezîrê Berevaniyê  pêwîste Encûmena Pîran rizamendiya xwe nîşan bide.

Ji ber yasaya Federalî kesên leşker, divê 7 salan piştî xanenişîniyê li mal bimînin, da ku bikaribin beşdarî karê siyasî di Pentagonê de bibin, lewma pêwistiya wî bi biryareke taybet ji Encûmena Pîran heye. Li gor wê yasayê, divê kesekî sivîl Wezareta Berevaniyê werbigre.

Lloyd Austin di şerê Iraq û Afganistanê de û piştî 2012an jî di dariştina stratejiya şerê dijî DAIŞê de rol girtiye û xwediyê 17 xelatên serbazî yên rêzlêgirtinê ye.

Li gorî medya pêşbirka wezîrtiya berevaniyê di navbera namzeta jin Michele Flournoy û Lloyd Austin de ye. Flournoy bibe wezîr dibe yekem jin di dîroka Amerîkayê de posta wezîrtiya berevaniyê werdigire, heger Austin jî bibe wezîrê berevaniyê dibe yekem kesê reşik ku tê ser wê postê.