Medya Îsraîl: Wê Bennett ji Biden bixwaze ku hêzên Amerîkî ji Sûriye û Iraqê venekisin

27 August 2021 14:31 0 dîtin
Medya Îsraîl: Wê Bennett ji Biden bixwaze ku hêzên Amerîkî ji Sûriye û Iraqê venekisin

PeyamaKurd – Çav li rê ye civîna li Koşka Spî ya Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ku doh ji ber êrîşên Kabûlê hatibû bipaşxistin îro Înê pêk were.

Derbarê hevdîtina Biden û Bennett de, rayedarekî Îsraîlê eşkere kir, Bennett wê ji serokê Joe Biden bixwaze Amerîka hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê venekişîne û herwiha Serokwezîrê Îsraîlê wê pêşniyara damezrandina hevpeymaneke herêmî ya Îsraîl û welatên Ereb bike.

Rayedarê payebilind ê Îsraîlê ji malpera Walla ya Îsraîlê re gotiye: “Tê çaverêkirin Bennett ji Biden bixwaze ku hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê venekişîne. Ji ber ku vekişîn ji bo berjewendiya Îranê ye. Doza hêzên Amerîka yên li Iraqê gelekî girîng e.”

Wî rayedarî daye zanîn, wê Bennett ji Biden re pêşniyar bike ku hevalbendiyeke herêmî were avakirin ku ji Îsraîl û welatên Ereb ên pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re baş kirine pêk were.

Herwiha rayedarê Îsraîlî diyar kiriye, wê ev hevalbendî pêşiya Îranê û hewldanên wê bigire ku dixwaze herêmê kontrol bike.

Dîsa di nûçeyê de hatiye gotin ku tê çaverêkirin Bennett ji Biden bixwaze ku tîmeke hevbeş a Îsraîl-Amerîka bi mebesta danûstandinên ser Îranê were avakirin.