Rêveberiya Joe Biden wêneyê jina têkosera dijî koletiyê datîne ser dolarê Amerîkî
PeyamaKurd – Cara yekem di dîroka Amerîkayê de, wêneyê 20 dolaran bi wêneyê jinekê tê guhertin ku ew çalakvana jin a bi eslê xwe Afrîkî li dijî koletiyê têkoşîn daye.
Wêneyê serokê berê serokê 7emîn ê Amerîkayê û damezirênerê Partiya Demokrat Andrew Jackson ku sala 1928an li ser 20 dolaran hatibû danîn wê bê guhertin. Sedem jî ew e ku Andrew Jackson wekî kesayetekî koletîporêz tê nîşandan.
Rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden plan dike, wêneyên Andrew Jackson ji ser pereyên 20 dolaran rake û li şûna wî jî wêneyê çalakvana bi eslê xwe Afrîkî Harriet Tubman deyne.
Heger ev pêk were, di dîroka Amerîkayê de cara yekemîn wêneyê jinekê li ser dolar tê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin