Vekisîna leskerên Amerîkî ji wî welatî bi fermî dest pê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin, di çarçoveya betalkirina peymana leşkerî ya ku destûra personelên leşkerî û sivîl ên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li Nîjeryayê dide, hemû leşkerên Amerîkayê ji Nîjeryayê vedikişin.
Li gorî zanyariyan, vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Nîjerê û veguhestina amûran bi fermî dest pê kiriye. Di qonaxa ewil de 269 leşker û hejmarek zêde cebilxane bo Amerîkayê hatin şandin.
Hate diyarkirin, Amerîkaya ku li Nîjerê nêzî hezar leşkerên wê û li bajarê Agadezê jî baregeheke wê ya hewayî ya bêmirov heye, wê heta nîvê meha Îlonê bi temamî ji welêt derkeve.
Hêjayî gotinê ye, 17ê Adarê Nîjer ragihandibû ku peymana hevkariya leşkerî ya ku 12 sal berê bi Amerîkayê re hatibû îmzekirin hatiye betal kirin û xwestibû leşkerên Amerîkî di zûtirîn demê de terka welatê wan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin