Artêsa Iraqê li ser vekisîna bi temamî ya leskerên Amerîkî daxuyanî da

10 December 2021 19:53 0 dîtin
Artêsa Iraqê li ser vekisîna bi temamî ya leskerên Amerîkî daxuyanî da

PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê ragihand ku leşkerên amerîkî heta dawiya salê bi temamî ji Iraqê vedikişin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku wê tenê şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê bimînin û hemû leşkerên din heta dawiya salê vekişin.

Herwiha li ser nûçeyên ku wê beşek ji leşkerên amerîkî li Iraqê bimînin jî Fermandariyê ragihandiye ku ew nûçe nerast in û herdu welat pabendî peymana stratejîk in.

Hatiye destnîşan kirin ku ji bo bidawîbûna hêzên şerker ên Amerîkayê bi temamî lihevkirin çêbûye û tenê xizmeta şêwirmendiyê wê bidin hêzên Iraqê.

Hêjayî gotinê ye, îro Înê  Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Orgeneral Kenneth McKenzie jî ji ajansa AP re ragihandibû ku tenê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê dimînin lê negotibû kîjan hêz in.