Erdogan: Vekisîna leskerên amerîkî dest pê kir
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan pirsên rojnamevanan yên ser operasyona dijî bakurê Sûrîyê bersîvandin. Erdogan, “Serok Trump berê fermana vekişînê dabû lê hinek dereng ket. Me gotibû dibe ku em şevekê ji nişka ve bên. Biryardariya me berdewam dike.”
Tayyip Erdogan da zanîn ku piştî ew bi Serokê Amerîka Donald Trump re axivîye, vekişîna leşkerên Amerîkî dest pê kiriye. Erdogan got: “Ew ne tiştekî nû ye. Trump ferman dabû û xwestibû ku leşker vekişin lê hinek dereng ket.’’
Erdogan da zanîn ku ew gefên dijî axa qebûl nakin û bi bîr xist ku wan berê jî gotiye ku ew dikarin ‘şevekê ji nişke ve werin’.
Qesra Sipî piştî axaftina Trump û Erdogan dîyar kiribû ku ewê Amerîka bo êrişeke li dijî bakurê Sûrîyê ti piştgiriyê nede Tirkiyê.
Tirkiye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike, li dijî serweriya dijî xaka xwe wek fişarekê dibîne, lê Washington wan hêzên di têkoşîna dijî DAIŞê wek ‘aktorên girîng’ qebûl dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin