Çeteya sêlandinê ya ku xwe wek leskerên Amerîkî dinasand hate desteserkirin
PeyamaKurd – Di operasyoneke polîsan a li Diyarbekir û Stenbolê hevdem hate kirin de, çeteyeke ku xwe wekî leşkerên Amerîkî dida nîşandan û xelk dişêland hate desteserkirin.
Hate ragihandin ku 3 ji wan ji welatên Afrîkayê 12 endamên çeteyê hatine desterserkirin ku xwe wekî leşkerên Amerîkî didan nasandin û dolarên ji ser Sûriyê ve tanîn dixistin bazarên Tirkiyeyê.
Li gorî zanyariyên polîs, çeteya bi navê Vuvuzela pereyên gumrik û kuryeyê ji welatiyan distand û karên şêlandinê dikir.
Tê îdiakirin ku endamên çeteyê ji kesên ku mexdûr kirine re gotine, ew leşkerên Amerîkî ne û pereyên ku di operasyonan de qezenc kirine tînin Tirkiyeyê û ji bo vê jî alîkarîya wan xwestine. Bi çeteya navborî re 1 milyon dolar hatiye desteserkirin ku dixwestin derbasî nav Tirkiyeyê bikin.
Bi 12 kesên hatine binçavkirin re, gelek telefon û xetên GSM hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin