Vekisîna hêzên Amerîkî ji Iraqê destpê kir
PeyamaKurd – Li gor rêkeftina navbera Bexda û Washingtonê, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê detpê kir.
Li gor Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî da zanîn; vekişîna hêzên Amerîkayê destpê kir û di qonaxa yekem de, 500 serbazên Amerîkayê ji Iraqê derdikevin, ev jî li gor rêkeftina navbera Bexda û Washingtonê bi rê ve diçe.
Tehsîn Xefacî destnîşan kir, li gor bernameya ji aliyê Bexda û Washingtonê hatiye danîn, vekişîna hêzên Amerîkayê dê di demeke kin de pêk were.
Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di 17ê Mijdara 2020an de ragihandibû, berî temambûna dema serokatiya Donald Trump, Amerîka dê 2000 serbaz ji Efxanistanê û 500 serbaz ji Iraqê vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin