Medya Amerîkî: Êrîsa ser milîsên Îranî bersiva êrîsa bi dronan a ser Hewlêrê ye

28 June 2021 20:41 0 dîtin
Medya Amerîkî: Êrîsa ser milîsên Îranî bersiva êrîsa bi dronan a ser Hewlêrê ye

PeyamaKurd – Medya Amerîkayê ragihandiye ku êrîşa asmanî ya ser baregeha milîsên Îranî li sînorê Iraq-Sûriyê, bersiva êrîşa bi balafirên bêmirov (dronan) a 26ê Hezîranê ya ser Hewlêrê ye.

Televizyona ABC News di nûçeya derbarê êrîşa asmanî ya Amerîkayê de ku şeva borî bi ser binkeyên milîsên îranî de hat kirin ragihand, yek ji nîşaneya êrîşa ser milîsên îranî daxuyaniya Pentagonê ye ku êrîşa 26ê Hezîranê ya bi dronan li derdora Hewlêrê pêk hatibû, wekî êrîşekê pênase kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 26ê Hezîranê milîsan bi 3 dronên îranî êrîşî ser Hewlêrê kiribûn ku di encamê de tenê ziyana madî çêbûbû.

Li gorî ABC Newsê piştî bi çend saetan bi ser êrîşa Hewlêrê de Serokê Amerîkayê Joe Biden fermana êrîşeke tund bi ser milîsên li sînorên Sûriye-Iraqê dimînin daye.

Pentagonê di daxuyaniya nivîskî ya derbarê êrîşa ser milîsên îranî de da xuyakirin, "Baregehên milîsên Îranî yên li sînorê Iraq-Sûriyê ku bi balafirên bêmirov êrîşî hêzên Amerîkî dikirin hatin armanckirin.”