Hemlan: ‘Bexda û hin welatên cîran dixwazin statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê nemîne’
PeyamaKurd - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan derbarê êrîşên komên çekdar û hin welatên cîran li ser Herêma Kurdistanê de û helwesta Bexdayê bo Herêma Kurdistanê got ku mebesta wan bi têkdana jêrxaneya aborî re, têkbirina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re daye xuyakirin, hemû hewlên li Iraqê û hin welatên cîran ew e qewareya Herêma Kurdistanê ya destûrî nemîne, di demekê de ku herêm berhema şehîd û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.
Hemlan gotiye, hin parlamenterên Kurd ji Iraqê re bûne faktora ku neyarên Herêma Kurdistanê êrîşî siyaset, aborî û paşeroja Herêma Kurdistanê bikin.
Alîkarê Serokwezîr bi bîr xist, tevî hemû dijayetiya li hember Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Bexdayê ve. Lê Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne, lê Iraqê ti bersiveke erênî nedaye Herêma Kurdistanê.
Rêbaz Hemlan bal kişand ser ku tevî hemû astengî û kêşeyên li pêşiya Herêma Kurdistanê, Kurdistan roj bi roj geştir û avadantir dibe. Niha jî bi moşek û dronan, jêrxaneya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê dikin armanc.
Hemlan wiha pê de çû: “Iraq her tim dibêje Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, lê eger beşek ji Iraqê ye çima mûçe û mafên xelkê Herêma Kurdistanê naşîne? Herwiha arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ne tenê mijara petrolê û mûçeyan e, belkî dixwazin Herêma Kurdistanê weke statu nemîne.”
Rêbaz Hemlan herwiha da zanîn ku hikûmeta Iraqê divê bi cidîtir kar ji bo nehiştina êrîşên derve û navxweyî yên li ser Herêma Kurdistanê bike û got: “Derxistina daxuyaniyekê, yan avakirina komîteyeke lêkolînê tenê têrê nake, divê hikûmeta Iraqê li hember van êrîşan helwesteke pratîkî nîşan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin