Trump axaftina sandina Xezzeyiyan bo welatên cîran dubare dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump gotinên xwe yên derbarê şandina Filistîniyên li Xezzeyê bo welatên wek Misir û Urdunê dubare kir û ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Washingtonê bicive.
Serokê DYAyê Trump di balafirê de dema ji Miamiyê vegeriya Washingtonê bersiv da pirsên endamên çapemeniyê.
Li ser gotina wî ya berê ya ku gotibû divê Xezzeyiya bişînin welatên cîran, Trump got ku nêrîna wî ya derbarê mijarê de neguheriye û wiha got, "Ez dixwazim ku ew li herêmeke ku bêyî alozî û tundiyê bijîn."
Dema meriv li Şerîda Xezzeyê dinêre, meriv dibîne ku gelek sal in ew der wek dojehê ye.” Trump got ku li herêmê ev demeke dirêj e ku tundûtûjî serdest e.
Trump diyar kir ku ew dixwaze aştî li Rojhilata Navîn pêk were û wiha got, "Ez difikirim ku hûn dikarin li herêmên pir ewletir û rehettir bijîn."
Donald Trump herwiha da zanîn ku ewê di demeke nêzîk de li Washingtonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî bicive.
Trump diyar kir ku ew bi Serokomare Misire Ebdulfetah el-Sisi ra hat bal hev ü wiha got, "Min gelek alikari da wi, ez hêvîdar im ku ew jî alîkariya me bike. Ez wisa difikirim ku ew ê jî wek Qralê Urdinê bike."
Misirê berê bi eşkere ev pêşniyar red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin