Helwesta Filistinê û welatên peywendîdar li dijî 'Plana Astiya Rojhilata Navîn’

29 January 2020 13:59 0 dîtin
Helwesta Filistinê û welatên peywendîdar li dijî 'Plana Astiya Rojhilata Navîn’

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump plana xwe ya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filîstînê de ragehand û soz da ku du dewletên cuda bo her du aliyan ava bike û li hember plana ‘Aştiya Rojhilata Navîna a Trump’ bertekên cuda cud derketin pêş.

Filistin: Ne pêkan e ku zarokek filîstînî vê yekê qebûl bike
 Li hember plana bi navê ‘Aştiya Sedsalê ya Rojhilata Navîn a Serokê Amerîkayê Donald Trump’ ji aliyê hember ango ji Filîstînê berteka ku derket pêş wiha bû: ‘’Ne pêkan e ku zarokeke filîstînî, ereb, misilman û xirîstiyanek vê yekê qebûl bike.’’

Hamas: Em vê planê red dikin

Herwiha Hemasê jî ragehand: ‘’Em vê planê red dikin û ev plan bo kuştina projeya niştimaniya Filîstînê ye.’’

Îsraîl: Dibe ku ev derfeta dawî be bo Filîstiniyan

Li hember vê ji aliyê Îsraîlê jî daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin; ‘’Dibe ku ev derfeta dawî be bo Filîstiniyan.’’

Herwiha ji Netewên Yekbûyî (NY) jî daxuyaniya ku hate dayîn de tê ragehandin: ‘’Netewên Yekbûyî rijde li ser çareseriya du dewletî ya li ser bingehê yasayên cîhanî û rêkeftina di navbera her du aliyan ve’’

Brîtanya ji Filistînê daxwaz kir ku vê planê li berçav bigire

Brîtanyayê jî daxwaz ji Filîstiniya kir, vê planê bi jîrane û wekhewiyane li berçav bigrin, wek pêngavekî bibînin bo vegera ser masa danûstandinan.

Yekitiya Ewrûpayê (YE) jî got, ev plan derfetekî başe bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Filîstîn û Îsraîlê..

Fransa pêşwazî li planê kir

Fransayê jî ragehand, em pêşwaziyê li vê planê dikin û bi hûrgilî çavdêriyê lê dikin. Çareseriya du dewletî kareke pêwîste bo aştiyeke dadperwer û mayînde.

Herwiha Almanyayê ragehand, plana Amerîkayê pirsyaran çêdike û divê li gel hevbeşên xwe yên di Yekitiya Ewrûpayê de guftûgo bikin. Almanya piştevaniyê li çareseriya du dewletiyê dike

Erebistana Siûdî: Em piştevaniyê li mafên Filîstîniyan dikin

Herwiha ji aliyê din ve ji welatên Rojhilata Navîn jî bertekên cuda derketin pêş û Erebistana Siûdî got, Helwêsta me nayê guhertin û em piştevaniyê li mafên Filîstîniyan dikin.

Misirê jî ragehand, em daxwaz ji her du aliyan dikin bila li vê planê binêrin bo çareseriya pirsgirêkan.

Qeterê ragehand, em piştevaniyê li çareseriya du dewletî dikin.

Tevgera Fetîhê derbarê birayrê de ragihand, ji boo bi ser nekeve ji destê wan çi were ew dê bikin.

Tirkiye: Ev plan bo jinavbirina dewleta Filîstîne û Qudisê ye

Tirkiyê jî ragehand, ev plan bo jinavbirina dewleta Filîstîne û Qudis ango Orşelîm xeta me ya sor e.

Urdinê jî ragehand, em vê planê red dikin û piştevaniyê li dewleta Filîstînê dikin.