Welatên Ereb li dijî rejîma Esed biryarek wergirt
PeyamaKurd – Welatên Ereb xebatên Komîteya Pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê rawestand.
Hate ragihandin ku wekî sedema rawestandina karên wê komîteyê, helwesta Serokê Sûriyê Beşar Esed a derbarê proseya asayîkirina pêwendiyan e.
Li gorî daxuyaniyê, Esed ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên Ereb dudilî tevdigere û heta niha nêzîkatiyek baş di nexşerêya asayîbûnê de, pêk nehatiye.
Wekî sedema rawestandina xebatên komîtiyê, berdewama rêdana madeyên hişbir bo nav aşa Sûriyê, dewamkirina qaçaxîya kelûpelan û bicih neanîna hêsankariyên ewlehî û siyasî hatine nîşandan.
Herwiha yek ji sedeman jî ew e ku rejîma Sûriyê berpirsiyariyên xwe yên vegerandina penaberan bicih nayîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin