Amerîkayê li dijî hebên Captagon ên rejîma Esed stratejiyeke nû eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê stratejiya xwe ya nû ya têkoşîna li dijî narkotîkê û çêkirina captagonê ji aliyê komên girêdayî rejîma Sûriyê û jihevxistina wan koman eşkere kir.
Di daxuyaniya Wezareeta Derve ya Amerîka de hatiye ragihandin, stratejî ji 4 xalan pêk tê; Ya yekmîn, piştgiriya dîplomatîk û îstîxbaratî ye. Ya duyem bikaranîna cezayên aboriyê û amûrên malî yên din li dijî torên qaçaxiyê yên pergala El Esed. Ya sêyem, alîkariyên biyanî û perwerdekirina welatên şirîk û xurtkirina hevkariyê di nava saziyên piralî de ji bo ku bikarin li hember narkotîkê têbikoşin, rêzexelekên qaçaxiya pîşeyî ya nerewa û madeyên dikevin çêkirina captagonê û cureyên din ên narkotîkê ji hev bixin. Ya çarem jî, pêşxistina danûstandinên dîplomatîk û peymanên giştî ji bo ku fişarê li pergala Esed bê kirin.
Wezaretê diyar kiriye, wê bi şêwiriya wezaretên xezîne û beravaniyê, rêveberiya têkoşîna li dijî narkotîkê, lêpirsînên ewlehiya naxwe, nivîsgeha berpirsê îstîxbarata nîştimanî, nivîsgeha siyaseta nîştimanî ya têkoşîna li dijî narkotîkê de, wan stratejiyeke hevbeş di navbera ajansan de bi pêş xistiye da ku torên piştgiriyê didin binesaziya narkotîkê ya pergala Esed ji hev bixin.
Hatiye gotin ku tora qaçaxiya captagonê bi rêya 17 dewletan ji Îtalyayê bigire heta bigihîje Malezyayê belav bûye.
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê daye zanîn, benderên Lubnanê di hilberandin û derxistina captagonê de têne bikaranîn. Dîsa sûkên li Nîvgirava Erebistanê jî cihê sereke yê hebên captagonê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin