Pêsnûmeya qanûnê ya li dijî rejîma Esad ji Amerîkayê: Tirkiye jî di nav de ye!

13 May 2023 15:05 0 dîtin
Pêsnûmeya qanûnê ya li dijî rejîma Esad ji Amerîkayê: Tirkiye jî di nav de ye!

PeyamaKurd – Siyasetmedarên Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkî proje yasayek amade kirine ku rê li ber danûstandina hikûmeta Amerîkî bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bigire û cezayên li ser hikûmeta Sûriyê tundtir bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, tê fikirîn ku ev pêşnûme ji bo welatên ku têkiliyên xwe yên bi Esed re normal dikin hişyariyek be.

Di proje yasayê de xalên ku rê li ber hikûmeta Amerîkî digire ku Esed û hikûmeta Sûrî ya bi serkêşiya Esed ve nas bike û pê re mijûl bibe, di heman demê de berferehkirina çarçoveya yasayê bo sizakirina Esed û hikûmeta Sûriyê.

Tirkiye jî di nav de ye

Berpirsekî payebilind ê Kongreya Amerîkayê ku di amadekirina pêşnûmeya qanûnê de cih girtibû, diyar kir ku ev proje ji bo Tirkiye û welatên Erebî hişyariyek e û eger ev welat têkiliyên xwe bi rejîma Esed re pêş bixin, wê rastî encamên wê bên.

Heger ev proje yasa were qebûlkirin, divê wezîrê derve yê Amerîkayê li ser navê Kongresê planekê amade bike ku rê li ber asayîkirina pêwendiyên ligel Esed bigire.

Di vê çarçoveyê de têkiliyên dîplomatîk ên ji bo heyama 5 salan bên şopandin, têkiliyên ku welatên curbecur bi taybet Tirkiye, Îmarat û Misirê bi Sûriyeyê re pêk tînin, dihewîne.