Amerîka: Siyaseta me ya Sûriyê ya dijî rejîma Esed neguheriye
PeyamaKurd - Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Ethan Goldrich eşkere kir ku siyaseta Amerîka ya Sûriyê nehatiye guhertin.
Goldrich got, ne berê û ne jî di demên pêş de ew piştevaniya ti hewleke ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Esed nakin.
Ethan A. Goldrich destnîşan kir, “Divê haya hemû welatan ji tawanên rejîma Esed hebe. Me sizayên li ser Sûriyê ranekirine û ne jî me sivik kirine. Rola hebûna Îranê li navçeyê alozkirina aramiyê ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend mehên borî de, hejmarek berpirsên welatên Erebî serdana Şamê kirin û di çarçoveya asayîkirina pêwendiyan de hinek welatên Ereb jî balyozxaneyên xwe yên girtibûn ji nû ve vekirin ku Amerîka dide xuyakirin ku ew li dijî asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Esed in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin