Pompeo ji welatên rojava dixwaze ku tevlî sizayên li dijî Îranê bibin

09 May 2019 12:16 0 dîtin
Pompeo ji welatên rojava dixwaze ku tevlî sizayên li dijî Îranê bibin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo daxwaz ji welatên rojavayê kir ku  piştevaniyê li sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê bikin û bibin beşek ji wan sizayan.

Mike Pompeo li Brîtanyayê ji rojnameya Daily Telegraph re ragihand, pêşketina nimûneyî ew e, hemû welatên rojava pêgirî sizayên li dijî Îranê bin.

Pompeo,  “Îran mafê xweşguzariyê gelê xwe, ji bo geşepêdana terorê û bedewamiya li ser taqîkirina moşekên Ballistic û pêşxistina bernameya atomî, bi kar tîne.” Pompeoyî herweha amade bi wê jî dide ku, sepandina sizayan li ser Îranê, rê li pêş gelê Îranê dide, ji bo demokrasiyê bidest bixe. Washington nexwaze zirar û bigihe gelê Îranê, belkî armanca wê ew e, Îran wek welatekî asayî riftarê bike.

Piştî ku Washingtonê di vê mehê de beşeke din a sizayan li ser Îranê sepandibû, Tehranê bersiva wê dabû û vekişandina ji hin bendên rêkeftina atomî ragihandibû