Îran: "Welatên Rojavayî li dijî me planan digerînin"

13 April 2018 21:35 0 dîtin
Îran: "Welatên Rojavayî li dijî me planan digerînin"

PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Îranê Ishaq Cîhangîrî îdîa kir ku hinek welatên Rojavayî û herêmî plana ku ziyanê bighînin Îranê danîne.

Cîgirê yekemê serokomarê Îranê, Cîhangîrî do di civîna Encûmena Bilind a Parêzgehên Îranê de, behsa rewşa herî dawîn a wî welatî di aliyê siyasî û aborî de kir û rewşa Îranê bi gelek hestyar da zanîn.

Ewî got, biryar û ramaneke şaş dikare çarenivîsa xelkê Îranê biguhere.

Wek din dibêje: "Hin welatên Rojavayî û herêmî li hev kirine û bûne yek da ku zirarê bigihînin Îranê."
Cîhangîrî îdîa kir ku wan welatan odeya raman û planê bo dijatiya Îranê ava kiriye.

Cîhangîrî herwiha dibêje, gelek pirsgirêk li ber Îranê hene û mafê xelkê Îranê ye ku welatekî wan ê geşekirî hebe, lê hinek kes li navxweya welat naxwazin pirsgirêkan çareser bikin û dixwazin berdewam nakokiyên navxweyî hebin.

 

Ewî di vê bareyê de wiha got: “Di van rojên dawiyê de, şahzadeyê cihnişîn (welî ehd) xor ê Malbata Siûd demeke e ku li hemû cihan digere û bi tevahî karê wî bûye ew ku cîhanê li dijî Îranê û gelê Îranê han bide (tehrîk bike), helbet ew ji wê biçûktir in ku bikarin pêngavekê bihavêjin, lê belê nêzîk e ku hinek dest tên têkelkirin. Malbata Siûd tevî minafiqan û hinek bizavan li rojava û bizava tundrew a Amerîkayê li gel hink aliyên din ên herêmî dest dane desê hev, bi vê hêviyê ku zirarê bigihînin Îranê.”