Êrîsa li ser binkeya PDKê | Hejmarek Pêsmerge û berpirsê navçeyê birîndar bûn
PeyamaKurd – Hejmarek kesên cilûbergên xwepêşanderan li ser wan, şeva borî li Silêmaniyê girtin ser navçeya PDKê ya li Derbendîxanê û binkeyê PDKê şewitandin. Di encamê de, berpirsê navçeyê jî nav de çend kes jî birîndar kirin.
Di derbarê êrîşê de berpirsê lijneya navçeyê yê PDKê li Derbendîxanê Tariq Namiq ji Basnewsê re diyar kir: ‘‘Piştî şeva borî xwepêşanderan girtin ser binkeyê lijneya navçeyê yê PDKê li Derbendîxanê, em bo demek dirêj hatin dorpêçkirin di binkeyê de û agir berdan binkeya navçeyê û nav xwepêşanderan ve gelek gule li me hatin berdan.’’
Namiq herwiha got: ‘‘Piştî em ji nav binkeya lijneya navçeyê hatin der, guleyek li destê min ket, bi keviran êrîşî min kirin, lingê min ê çepê jî birîndar e û herwiha zîrevanek me jî birîndar e, lê birîna wî jî sivik e.’’
Tariq Namiq da zanîn, her di encama wê êrîşa nav xwepêşanderan de, deh Pêşmerge û endamên binkeyê navçeyê yê PDKê bi gule û keviran birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin