DEM Partî: Em tespîtên Bahçelî girîng dibînin, bila heqê gotinê bidin

07 November 2024 17:37 0 dîtin
DEM Partî: Em tespîtên Bahçelî girîng dibînin, bila heqê gotinê bidin

PeyamaKurd – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li navenda partiyê ya Enqereyê di civîneke rojnamevanî de nirxandina rojevê kir û li ser mijara destpêkirina pêvajoyeke nû û bangewaziya Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî daxuyanî dan.

Berdevka DEM Partiyê li ser banga Bahçelî ya anîna parlamentoyê ya Abdullah Ocalan got, “Helbet em hinek beşên wê axaftinê girîng dibînin. Muxatabiya Ocalan û tesbîta tecrîdê girîng in. Me helwesta DEM Partiyê eşkere kir lê dîsa jî wekî ku di helwesta DEM Partiyê de nediyariyek heye nîşan didin. Ev berevajîkirin e. DEM Partî vê dibêje: Bangî Ocalan tê kirin lê tecrîd didome. Hûn tecrîdê ranakin. Şertên di peyama Birêz Ocalan de nayên bicihanîn.”

Herwiha Dogan daxwaz kir, “Kerem bikin em amade ne, li vir in, ji çareseriyê re amade ne, ji diyalogê re amade ne. Hûn li benda çi ne? Gelo dewlet jî bi biryar û amade û yekgirtî ye? Em ji xwe amade ne. Ocalan jî got ku amade ye. Naxwe çi disekinin heqê gotinê bidin û êdî divê neyê taloqkirin.”

Bangî Erdogan kir: Ma ev Kurd ne birayên te ne?

Ayşegul Dogan diyar kir, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran di axaftinên xwe de têgeha “birayên min ên Kurd” bi kar tînê û li ser danîna qeyûman ev pirs jê kir: “Ma Kurdên ku li Esenyurt, Batman, Mêrdîn û Xelfefiyê dengê didin û tercîha xwe dikin ne birayên te ne? Ma qada te van mirovan li xwe nagire? Qey tu nafikirî ku serokkomarê van mirovan jî bî?”