Bexda | Termên 41 êzîdiyên Singalê radestî malbatên wan hatin kirin

22 January 2024 20:07 0 dîtin
Bexda | Termên 41 êzîdiyên Singalê radestî malbatên wan hatin kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 22yê Çile li Bexdayê termên 41 Kurdên Êzidî yên Şingalê ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn komkujkirin, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

Hate diyarkirin piştî temambûna testên DNA yên wan terman li monomenta şehîdan a li Bexdayê merasîmek ji bo termê 41 Kurdên Êzidî yên xelkê Şingalê hate sazkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Wezîrê Tenduristiya Iraqê Salih Hesnawî dema merasîmê axivî û got, “Rêveberiya bijîşkê dadî ji bo encamdana testên DNA yên hemû termên ku ji gorên komî hatine derxistin, xebata xwe didomîne.”

Hêjayî gotinê ye, heta niha 89 gorên komî yên Kurdên Êzidî yên di sala 2014an de ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve hatibûn komkujkirin, hatine dîtin û ji wan jî 39 gor hatine vekirin.