Seso: Bexda bi biryare ku PKKê li Singalê nehêle

02 May 2022 20:06 0 dîtin
Seso: Bexda bi biryare ku PKKê li Singalê nehêle

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Êzidxanê û Sekreterê Giştî yê Partiya Êzidî ya Demokrata Kurdistanê li Şingalê Heyder Şeşo, ragihand ku hikûmeta Bexdayê bi biryare ku hêzên PKKê li herêmê nemînin.

Şeşo ji medyayê re da xuyakirin, “Li Sinûnê û Xanesorê gelek xalên kontrolê ketine destê artêşa Iraqê. Ji leşkerên Iraqê û çekdarên PKKê kuştî û birîndar hene, lê em hejmara wan hîn nizanin.”

Heyder Şeşo diyar kir ku pêwîste rêxistina bi ser PKKê ve ya bi navê YBŞ li Şingalê nemîne û got: "PKK li kampa Dugirê ya nehiya Sînûnê di şerê ligel artêşa Iraqê de têk çû û neçar ma herêmên kontrola xwe vala bike.”

Herwiha Şeşo da xuyakirin ku hikûmeta Iraqê naxwaze PKK li Şingalê û derdora wê bimîne û da zanîn ku hîn jî pevçûnên navbera herdu aliyan berdewam dikin.