Sandeke Singalê ya nêzî PKKê serdana Bexdayê kir
PeyamaKurd – Şandeke ji êzidiyên Şingalê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku nêzî PKKê ye serdana Bexda kir.
Hat ragihandin ku doh li paytexta Iraqê Bexdayê, şandeya rûspî û serokeşîrên civaka êzidî ya nêzîkî PKKê bi hin parlamenteran û Serokê Tevgera Aşuriya Demokratîk Yanadim Kena û parlamenter Ehmed Medlol Al Cerba re civiyaye.
Hat zanîn ku şandeyê di hevdîtinê de rewşa Iraq û bi taybet jî rewşa Şengalê bi rayedarên Iraqê re gotûbêj kiriye û ji bo başkirina rewşa Şingalê soz standiye.
Li gorî zanyariyan wê şandê dixwest hevdîtinên xwe berdewam bikin, lê ji ber xwepêşandan û aloziya li Bexdayê rû daye, hevdîtinên wan hatine paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin