Semerî: HSDê 100 çekdarên DAISê yên Iraqê radestî Bexdayê kir
PeyamaKurd – Di encama hevkariya artêşa Iraqê û HSDê de, do 100 çekdarên DAIŞê yên Iraqê ji aliyê HSDê ve radestî rêveberiya Bexdayê hat kirin.
Cîgirê Fermandarê Çalakiyên Hevbeş ên li dijî DAIŞê Abdulemîr El Şemerî li ser mijarê ji Ajansa Frans Press-AFP re axivî û diyar kir, hevkariya wan û HSDê ya ji bo radestkirina çekdarên DAIŞê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne didome û da zanîn: ‘‘Di çarçoveya vê hevkariyê de me do 100 terorîstên DAIŞê wergirtin.’’
Li gor zanyariyan, ev kesên derbasî axa Iraqê bûn vê gavê lêpirsîna wan li navendên Îstîxbaratê didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin