Bexda: Em ê ewlehiya Kerkûkê radestî polêsên federal bikin

25 January 2024 16:29 0 dîtin
Bexda: Em ê ewlehiya Kerkûkê radestî polêsên federal bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxweyê yê Iraqê Ebdulemîr Şemmerî ragihand ku wê hikûmeta navendî ya Iraqe erka ewlehiya navenda parêzgeha Kerkûkê û navçeya Hewîceyê radestî hêzên polêsên federal bike.

Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Ebdulemîr Şemmerî di çarçoveya serdana xwe ya Kerkûkê de daxuyaniyekê da çapemeniyê û pirsên rojnamevanan bersivand.

Ebdulemîr Şemmerî destnîşan kir ku wê di demên pêş de hêzen polêsên federal û Wezareta Navxweyî berpirsyariya erka ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê û navçeya vê parêzgehê ya Hewîceyê werbigirin.

Şemmerî da zanîn ku ew ê di siberojê de bêtir gringiyê bidin ewlehiya parêzgeha Kerkûk û parêzgehên din ên Iraqê û got: "Me bi Parêzgerê Kerkûkê Rakan Cibûrî re li ser temamkirina projeyên danîna kamerayên ewlehiyê yên li navenda Kerkûkê li hev kir."

Piştî ku di 25ê Îlona 2017an de li Herêma Kurdistanê û parêzgehên başûrê Kurdistan ên wek Kerkûk û Selahedîn ku ji ber statuya wan nehatiye diyarkirin wek herêmên bi nakok têne bi navakirin, referandûma serxwebûnê ya Kurdistan pêk hat, di 16ê Cotmeha wê salê de artêşa Iraqê û komên milîşeyên Şîa yên Heşdî Şabî ku girêdayî rejîma Îranê ne Kerkûkê dagîr kiribûn.

Piştî vê pêvajoyê, ji ber ku milîşeyên Heşdî Şabî, li dijî xelkê Kerkûkê kiryarên xwe yên binpêkirina mafê mirovana zêde kirin, hikûmeta navendî ya Iraqê erka ewlehiya parêzgeha Kerkûkê radestî artêşa Iraqê kir û milîşeyên Heşdê ji Kerkûkê vekişiyan.