Rufatên 41 Kurdên Êzîdî li gundê Koço tên vesartin

09 December 2021 14:04 0 dîtin
Rufatên 41 Kurdên Êzîdî li gundê Koço tên vesartin

PeyamaKurd – Têsta DNA ya rufatên 41 Kurdên Êzîdî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn komkujkirin bi dawî bû û rûfat li gundê Koço tên veşartin.

Têsta DNA ya rufatên 41 Kurdên Êzîdî yên ku havîna 2014 di êrîşa terorîstên DAIŞê de hatibûn komkujkirin û di gorên bi kom de hatibûn çalkirin, bi dawî bûye. Rufatên han, wê îro ji Bexdayê derbasî Şingalê bên kirin û piştî merasimek fermî hatin pêşwazîkirin, wê li gundê Koço bên veşartin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî dan zanîn, nifûsa gundê Koço beriya jenosaydê zêdetirî 1700 kes bû, lê terorîstên DAIŞê di rojekê de zêdetirî 500 kes ku piranî xort û zilam bûn, komkuj kirin û xistin nav gorên bi kom.

Herwiha li gor zanyariyan, heta niha mixabin xelkê gundê Koço nekarîne vegerin gundê xwe ji ber ku hikûmeta Iraqê tiştek bo wan nekiriye û her carê hinek rufatên qurbaniyan dişîne Şingalê.

Zanyarî destnîşan dikin, li gundê Koço 517 tirb hatine amadekirin. Niha 104 rufat tê de hatine veşartin. 41 rufat jî dê îro bên veşartin. Hîn 360 welatiyên xelkê Koço wenda ne.

Heta niha derdora 90 gorên bi kom li devera Şingalê hatine dîtin ku derdora 25 ji wan hatine vekirin.