Rêûresmek din a 104 qurbaniyên Êzîdî li gundê Koço birêve diçe

06 February 2021 11:35 0 dîtin
Rêûresmek din a 104 qurbaniyên Êzîdî li gundê Koço birêve diçe

PeyamaKurd – Rêûresmek din îro li gundê Koço yê Şengalê, ji qurbaniyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdkirin 104 Kurdên Êzîdî têne bixaksipartin,.

Li gor zanyariyan, piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzîdî, hatin eşkerekirin, ku bi destê DAIŞê hatibûn şehîdkirin.

Îro rêûresmeke taybet ji bo vegerandina rûfatên wan û car din veşartina wan li gundê Koço yê li sînorê Şengalê dê birêve biçe.

Herwiha şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Kerîm Ehmed Xan, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê û nûnerên şandên dîplomatîk, dê di rêûresmê de amade bin.