Singal | 7 sal bi ser komkujiya DAISê ya gundê Koço de derbas bûn: Hê jî 525 kes winda ne
PeyamaKurd - 7 sal di ser dagîrkirin û jenosîkirina gundê Koço ji aliyê terorîstên DAIŞê ve derbas bû ku hejmareke zêd Kurdên Êzidî yên vî gundê Şingalê hatin şehîdkirin û windakirin.
Piştî êrîşa DAIŞê, beşeke mezin ji keç û jinên gundê Koço ketin destê terorîstên DAIŞê û piştî rizgarkirina wî gundî jî 17 gorên komî hatibûn dîtin.
Berî jenosîdkirina gundê Koco, xelkê gund hemû boneyên xwe yên civakî û olî bi coş û xweşî dikirin, lê ji 15/8/2014an ve û di şeveke tarî de, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Koco kir, gund wêran kir û gundî jî kuştin û revandin.
Keça Emê, yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê ku ji nava 1250 kesên hatine revandin e, ligel 19 kesên din ji destê DAIŞê rizgar bûye û heta niha 31 kes ji malbata wê keçê winda ne.
Keçê ji K24ê re gotiye: “Piştî DAIŞê di 3ê Tebaxê de êrîşî Şingalê kir, gundê Koco heta roja 15ê Tebaxê dorpêçkirî ma. Me xort û ciwanan karî xwe xilas bikira, lê me hesabê dapîr û kalemêrên xwe kir, wan nedikarîn xwe xilas bikin, ji ber wê em ji gund derneketin û DAIŞê êrîş kir û dagîr kir.”
Heft sal in dayikên gundê Koço ji ber dûriya kesûkarên xwe dinalin, birînek li dilê wan e û bê derman e. Jineke gund jî çîroka revandina xwe ji aliyê DAIŞê ve bi bîr tîne û dibêje: “DAIŞê hemû kesûkarên me li ber çavên me kuştin û em revandin û birin Sûriyê û em ji hev dûr xistin.”
Gundê Koço dikeve qubleta çiyayê Şingalê, berî hatina DAIŞê 1700 kes lê hebûn, piştî 12 rojan ji dorpêçê, DAIŞê roja 15ê Tebaxê êrîşî ser gund kir û xelkê gund jenosîd kir.
Piştî rizgarkirina gund jî, 17 gorên komî hatin dîtin ku termê 400 kesî tê de bûn. Heta niha jî 525 kesên din jji gundê Koço winda ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin