Kobanê | Qurbaniyên komkujiya terorîstên DAISê têne bibîranîn: 8 sal derbas bûn
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê 25ê Hezçîrana 2015an êrîşeke hovane li ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû ku zêdetirî 500 kes hatibûn şehîdkirin. Qurbaniyên Komkujiyê her sal li ser goristana Kobaniyê têne bibîranîn ku hîn jî nasnameyên gelek kesên şehîd bûne nehatine zanîn.
8 sal bi ser komkujiya Kobanê (Şeva Reş) re derbas bûn
25 Hizêrana sala 2015an li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê terorîstên DAIŞê di tariya şevê de û berî berbangê, derbasî nav bajarê Kobaniyê bûn û bi awayekî hovane komkujiyek li ser xelkê sivîl ê Kobaniyê de pêk anîn.
Di wê Komkujiyê de zêdetirî 500 kes ku zarok û jin û kal û pîr hebûn, hatin kuştin. Ew komkujî wek mezintirîn komkujiya di dîroka Rojavayê Kurdistanê de tê zanîn.
Li goristana Komkujiya Kobanî bi dehan gor hene, nasnameyên wan heya niha jî ne diyar in û xelkê Kobanê navên wek “Şeva Reş” û “Şeva Xedrê” li vê komkujiyê dikin.
Komkujiya Kobaniyê her sal tê bibîranîn û malbatên qurbaniyan doza lêkolîna ser wê êrîşa hovane didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin