Terorîstên DAISê 2 sivan û karkarek revand û 400 serî pezê wan dizîn
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêrazorê, 2 şivan û karkerekî wan revandin. Terorîstan herwiha 400 serî pezên wan jî dizîn.
SOHRê daye xuyakirin ku bûyer doh 29ê Tîrmehê li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêrazorê qewimiye û çekdaran piştî revandina şivanan û karkerekî, traktora wan jî şewitandine û 400 serî pezên wan dizîne.
Hate diyarkirin ku bûyer li herêmeke di bin kontrola rejîma Sûriyê de rû daye û hêzên Şamê ketine rewşa amadebaşiyê.
Li gorî SOHRê çekdarên DAIŞê piştre her du şivan serbest berdane lê karker bernedane û pez jî ji xwe re birine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin